Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Hewlêrê de rêûresma 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo bi rêve çû

13:35 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanemdia: Bi hinceta 13’ê Tîrmehê, 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî li hola Medya di bajarê Hewlêr, paytextê Herêma Kurdistanê rêûresmek hat lidarxistin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di roja Şemî bervara 12’ê Tîrmeha 2014’an de, rêûresma 22’ê Pûşperê, 25’emîn salvegera şehîdên Viyenê, bi pişikdariya Hesen Şerefî cêgirê sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, nûnerên Yeketiya Parlemanterên Kurdistanê, demdezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ragehandinên giştî û biyanî, hejmarek berçav ji kesayetiyên akademîk û siyasî yên çar parên Kurdistanê û herwisan nûnerên Partî, aliyê siyasî yên Kurdistanê, endaman û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi rêve çû.

Rêûresim di destpêkê de bi xwendina marşa Ey reqîb û ragirtina deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij yê şehîdên Kurdistanê û bi xasmanî Şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî, dest pêkir.

Piştre Mihemed Salih Qadirî endamê Komîteya Navendî a PDKÎ û berpirsê nûnerayetiya partê di bajarê Hewlêrê de, di çend gotinekê de bixêrhatina amadebûyan kir.

Paşan Hesen Şerefî cêgirê sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistna Îranê, bi boneya 13’ê Tirmehê, 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Ebdullah Qadirî Azer nûnerê PDKÎ li derveyî welat û Fazil Resûl Kurdê başûrê, çend gotinek pêşkeşkir.
Hesen Şerefî di gotara xwe de balkişand ku Dr. Qasimlo kesayetiyeke mirov dost û edaletxwaz bû û ji ber van taybetmendiyan ji aliyê rejîma Îranê û bitaybetî ji aliyê şexsê Xûmeynî we, biryara kuştina wî hate dayîn.

Navbirî di berdewamiya gotara xwe de weha got; “Dr. Qasimlo, di dema referandûma ku piştî herifîna rejîma paşayetî a Îranê hatibû lidarxistin, digot, ev referandûm bê adaletî û nedemokratîk e, jiber ku mafê neteweyên din yên Îranê têde nehatye cih girtin. Niha piştî 25 sal terorkirina wî em dibînin ku hemû dîtinên wî rast derdikewin. Dr. Qasimlo heta roja dawî li Kurdistanê ligel pêşmergeyên xwe bû. Lê ji ber aştîxwaziya xwe çû Viyana jî bi awayekî piştgiriya terror kirina wî kir. Lê hekî dadgeha Viyanayê wekî dadgeha Almanyayê bibûya, heta niha rejîma Îranê hatibû cezakirin.”

Cîgirê sekreterê giştî yê PDKÎ Hesen Şerefî di dirêjahiya gotara xwe de weha axivî: “Baweriya Dr. Qasimlo ew bû ku Kurd yek netewe ye û axa wan Kurdistan e. Ji ber vê yekê Dr. Qasimlo ne tenê milkê PDKÎ, belkû milkê hemû xelkê Kurdistanê bû. Qasimlo herwisa di wê baweriyê de bû ku Kurd di her parçeyekî Kurdistanê de xebata xwe bi xwe birêvebibin û divê parçeyên dî yê Kurdistanê destêwerdanê parçeyekî dî nekin. Dr. Qasimlo, piştî herifandina Yekîtiya Sovyetê, bîra Sosyalîst Demokrasiyê di nav PDKÎ de peyrew kir û wê demê rûbirûyê gelek rexneyan hat. Lê niha em dibînin ku hemû ew aliyan hizra sosyalîst demokrasiyê wek peyrew girtine. Dr. Qasimlo ji destê milletê Kurd çû lê belê her wekî me behs jê kir gelek nirx ji bo milletê xwe hiştin. Piştî 25 sal terora Dr. Qasimlo û hevalên wî, xebata neteweya Kurd li Kurdistana Rojhilatê de qet ranewestiyaye û ev jî nîşan dide ku rejîm bi vî karê terorîstî negihiştiye armancên xwe.”

Rêzdar Hesen Şerefî di gotara xwe de destnîşan kir ku rejîma Îranê li ser bingeha hizra ola Şiîe û Wilayeta Feqîh hatye ava kirin û got: “Rejîm, bawerî bi reforman nine, bawerî bi hizra xelkê jî nîne. Xebata rejîm tenê ev e ku rewş û tenahiyê têk bidin neku avaker bin. Niha role têkderane yê rejîmê di Sûriyê, Îraq û Efxanistanê de xuya û berçav e.”

Cîgirê sekreterê giştî yê PDKÎ gotara xwe weha bi dawî anî: “Em Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî de tev aliyan piştrast dikin ku emê li ser rê û rêbaza Dr. Qsimlo hertim berdewam bin.

Di birga din a rêûresmê de sirûdekî şoreşgerane ji aliyê kora mûzîk a PDKÎ ve hat pêşkeşkirin û her dûr vê peyama partî û aliyên beşdar hat xwendin.

Piştre helbestek ji aliyê Golbax Behramî ve hat pêşkeşkirin.

Rêûresim bi xwendina sirûdekî din a şoreşgirane ji aliyê kora mûzîk a PDKÎ ve dawî hat.

Ew partî û alî û kesayetiyên ku bi hinceta 25’emîn salvegera şehîdbûna reberê mezin Dr. Ebdulrehman Qasimlo peyam dabûn, bi wî awayê ye:

- Mekteba Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistanê – PDK
- Melbenda 3’a Yeketiya Nîştemanî a Kurdistanê – YNK
- Peyama Mesrûr Barzanî
- Hewserokayetiya Koma Civakên Kurdistanê – KCK
- Mekteba Siyasî a Partiya Şû’î a Kurdistanê
- Peyama wezîrê rewşenbîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dr. Xalid Ebdulrehman Duskî
- Nûnerayetiya Komeleya Şoreşger a zehmetkêşên kurdistana Îranê, Hewlêr
- Komîsyona pêwendiyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, Hewlêr
- Partiya Susyalîs a Kurdistanê – Bakûr – PSK
- Partiya Kirêkaran û Rencderên Kurdistanê
- Desteya Serokayetiya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê
- Mekteba Siyasî a Tevgera Demokrat a Gelê Kurdistanê
- Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên kurdistana Îranê, Komîteya Soran
- Partiya Çareserî a Demokrata Kurdistanê
- Peyama Selah Bedredîn, siyasetvan
- Selam Ebdullah, Sergotar rojnameya Xebat
- Yeketiya Şoreşgerên Kurdistana Îranê