
Li gor nûçeya ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, êvareya roja Yekşemî 22`ê Reşeme, kolberekî Kurd ê bi navê “Ebûbekir Muradî” xelkê gundê “Mîrava” yê girêdayê bajarê Selasa Bawecanî, bi sedema berbûn ji bilindahiyan ve birîndar bû.
Kurdpayê nivîsiye, ew kolberê Kurd bi sedema kûrahiya birînên xwe bo navendên dermanî hate veguhastin.
Her di vê derheqê de, sibêdeha roja Şemî 21`ê Reşeme, kolberekî Kurd ê temen 26 salî ê bi navê “Mihemedzahir Fethî” xelkê gundê “Holetemirxan” yê girêdayê bajarê Selasa Bawecanî, li ser sînorê bajarê Newsûdê birîndar bibû.