Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di heyama mehên derbasbûyî de li Îranê amara bidarvekiriyan 1.5 zêde bûye

13:40 - 10 Hezîran 2022

Saziya Mafê Mirovî a Îranê belav kiriye ku, rêjeya bidarvekirinan di heyama 5 mehên destpêka îsal yên li Îranê, liçav sala derbasbûyî 1.5 zêdebûye.

Pêka amara Saziya Mafê Mirovî a Îranê ku hatiye belavkirin, di heyama 5 mehên destpêka sala 2022`an de rêjeya bidarvekirinan li Îranê liçav sala 2021`an 1.5 zêdebûye.

Pêka vê amarê di sala 2022`an aliyê kêm 168 girtî hatine îdamkirin, lê di sala 2021`an de 110 girtî hatibûne îdamkirin, pêka vê berhevdanînê, îsal rêjeya îdamkirinê 1.5 zêdebûye.

Herwisa Saziya Mafê Mirovî a Îranê di rapora xwe de behsa vê yekê jî kiriye ku, digel zêdebûna kombûnên nerazîbûnan di Îranê de, di meha Banemera îsal de, amara bidarvekirinê jî zêdebûye, û bûyerên siyasî raste rast li ser rêjeya bidarvekirinan bandor hene.

Saziya Mafê Mirovî a Îranê ragihandiye ku, ji sedî 90 bidar vekirin ji aliyê navendên fermî yan mediyayên navxweyî ve nehatine belavkirin.