Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di heyama salekê de 800 kompaniyên neftê hatine darxistin

20:22 - 4 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Serokê Odeya Bazirganî ya Tehranê nûçeya darxistin û şikestxwarina 800 kompaniyên neftê, di heyama sala 1396`an  de ragehand.

 Mes`ûd Xansarî, berpirsê Odeya bazirganî ya Tehranê, di konferansa ( hikimranî û siyaset danîna giştî) gotibû;  Di heyama sala borî de li 1500 kompaniyên neftê, 800 ji wan  hatine darxistin, û herwisa tevî îşarekirina bi arîşeyên aborî yên Îranê ragehand  ku “ 10 heya 50 kompaniyên mezin li heyama  heftiyekê de li Îranê tên darxistin û roj  nîne ku, sedan kedkar betal nebin”.

Xansarî, li beşeke din  a axavtinên xwe de, tevî rexnekirina  rijîmê ji ber pejrandina gelaleya “FATF” gotiye ku; Di heyama du Salan de, nîqaşên  derheq FATF de encam didin, di dawiyî de di kevine bar de, , lê ewê  demî wê hemû tiştî ji dest bidin.

 Herwisa niha du gelale ji çar gelaleyên girêdayî, di gel “FATF” bi mibesta niqaşkirinê, li Civata Diyarîkirina Berjewendiyên rejîm de ye, lê rûbirûyê dijberiyên  zêde yên siyasî bûye.

Meclisa rejîma Îranê, li bûdceya Sala 1398` an îzin ji dewletê re da, da ku zêdeyî 20 hezar milyard tûmenî li qerên xwe bi cîhê dana nefta xavqerebûyî bike, û li gorî vê gelaleyê biryar wisa ye ku ew peymankarên ku qerdarê  dewletê ne, neftê li rêya borsa Enirjya Neftê ya Tehranê, verbigrin û bi xwe bifrûşin.

 Berpirsên rejîm gellek ji arîşeyên aborî yên xwe dorpêçên Amerîkayê sedem didine zanîn, û herwisa firotina kêm a  neftê jî didine zanîn.