Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di heyama salekê de nirxa hewcehiyan %68 zêde bûye

12:20 - 21 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Pêka rapora Banka Navendiya Îranê nirxa hewcehiyên rojaneye xelkê gihîştiye %68.

Di meha Gelarêzana 1397-an da Banka Navendiya Îranê li derheq giranî û zêde bûna nirxa hewcehiyên rojaneye xelkê, raporek belev kir.

 Banka Navendî ragehand ku li çav sala 1396-an navgîna giraniyê pêka sala derbasbûyî, %68 zêde bûye.

Dorpêçên Amerîka li ser Îranê bandoreke mezin kiriye ser bazar û jiyana xelkê.

Di rapora Banka Navendiya Îranê da, wek mînak amaje bi nirxa çend qelem ji hewcehiyan hatiye kirin, weke:

Berhemên Şîr ( Lebeniyat) %57

Hêke %57

Birinc %22

Peledahn %15

Êmîş %69

Sebzî û pincar %40

Goştê sor %39

Mirîşk %49

Ça %24

Rûnê nebatî %44

Qend û Şekir %42