Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di heyamê heftiyekê de nirxa derman bi yekcarî zêde dibe

19:04 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2022

Di 2 heftiyên derbasbûyê de , nirxa piraniya dermanan bi taybet ew dermanên ku zêdetir bi kar tên, bi şêwazeke serberedayî nirxa wan bilind bûye.

Ev yeka di halekê de ku Serkomarê rejîma Îranê “Îbrahîm Reîsî” bi fermî gotibû ku nirxa dermanan weke nan û bênzînê bilind nabe.

Ji aliyek din û di heftiya derbasbûyî de belav kirine ku nirxa hezar û 630 curên dermanan ên berhemên navxweyî, ji 23ê Pûşperê ve ji 5 heta %30 bilind bûye.

Lêkolîn didin xuya ku nirxa dermanên ku bê belgeya pizîşkî têne firotinê, di heftiya derbasbûyî de alî kêm 30 heta %200 bilind bûye.

Nebûna çavdêrî li ser bazaran û gendeliya berpirsên rejîmê bûye sedema bilindbûna serberdayî û li pey hev a nirxan û xelk jî bi sedema kirîza aborî şiyana dabînkirina dermanên hewce tinînin.