Gemiyekî bazirganiya rejîma Îranê li ser Avên rojhilata behra Medîteranê kevte ber êrîşê û rejîma îranê îdi`a dike ku Îsraîl ev êrîş encam daye.
Roja Pêncşemiyê 11ê Adara 2021an, Gemiyekî barhilgire Îranê li Avên Medîteranê de kevte ber êrîşê û hate neçar kirin ku meqseda sefera xwe biguhere.
Herçiqas berdevkê wezareta derwe a rejîma Îranê ragihand ku Îsraîl ev êrîş kiriye ser gemiya wan, lê Îsraîl ev yêke red kir.
Gorî rapora “Wal istrîd cornal” ji ziman berpirsên Amerîka ve, Piştî sala 2019an heya niha, pitir ji 12 Gemiyên Neftkêşe Îranê kevtine ber êrîşa Îsraîl û rê pê nehatiye danê ku Îran bi armanca dewrlêdana ji dorpêçên Amerîka, bi wan Gemiyan Neftê bi qaçaxî derbas bike û bifiroşe.
Di wê raporê de hatiye, ev 12 Gemiyên Îranê ku barê wan neft yan cebirxane û çek û teqemenî bûne, di Behra Sor de kevtine ber êrîşê, lê rejîma Îranê heya niha nexwastiye basê wan êrîşan bo ser 12 Gemiyên xwe eşkere bike, her wekî êrîşên berdewame Îsraîl bo ser hêzn Sipahê di nava xaka Sûriyê de ku xwe jê bêdeng kiriye, derheq êrîşa ser gemiyan jî bêdengî hilbijartiye.