Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di hilbijartinên Tirkiyê de AKP û HDP serkevtin

11:40 - 26 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Hilbijartinên serkomarî û parlemanî di Tirkiyê de bi dawî hatin, û AKP`ê karî serkevtinê bi dest bîne, û HDP`ê jî karî benda %10  derbaz bike.

Di hilbijartinên 24`ê Hezîranê yên Tirkiyê de, 56 milyon û 322 hezra û 632 kesî mafê dengdanê hebûn, û bo yekem car di dîroka Tirkiyê de hevpeymanî hatin çêkirin.

Di vê hilbijartinê de 2 hevpeymanî, sê hizb, û 68 berbijêrên serbixwe rikeberî kirin, bona bidestxistina kursiyên parlemanî. Herwisa şeş berbijêrên posta serkomariyê jî hebûn.

Hejmara kesên ku cara yekem mafê dengdanê hebûn, milyonek û 650 hezar û 171 kes bûn.

Di vê hilbijartinê de, AKP`ê û serkomarê Tirkiyê Erdoxan karîn serkevtineke berçav bi dest bînin, û HDP`ê jî karî ku benda %10 derbaz bike, ku ew yek ne bi dilê deshilatê bû.

Berevajiyê rapirsiyan ku digotin MHP nikare benda %10 derbaz bike, lê me dît ku MHP`ê jî gellek deng bi dest anîn, û bi hêsanî benda %10 derbaz kir, ku ew yek nîşana bilindbûna asta regezperestiyê di Tirkiyê de ye, û sedem jî siyasetên deshilatdariya Tirkiyê derheq Kurdan bûye.

Li gora gotina çavdêrên şareza li ser pirsên Tirkiyê, zêde denganîna MHP bûye sedem ku serokê AKP`ê serkeve, û ew yek wê bibe sdem ku Erdoxan siyasetên dijminkarane yên MHP derheq pirsa Kurd berdewam bike.

 

 Herwisa Muherem Înce jî karî zêdetir ji %30 ji dengan bi dest bîne, ku herçend li gora dengên Erdoxan ew deng kêm bûn, lê jiber ku wî tenê dengên alîgirên partiya xwe bi dest anî, lê Erdoxan bi dengê sê partiyên ku pêkve hevalbendî kiribûn karî ku bi zehmet %52 dengan bi dest bîne, lewra ew jî nîşan dide ku navbirî xwedî pêgeh e di Tirkiyê de. 

Gellek çavdêran, boçûna wan ew bû ku ew hilbijartina serkomariyê wê bikêşe gera duyem, lê me dît ku ew jî rast derneket. Lê hekî bikêşa dewra duyem li gora boçûna wan, Muherem Înce wê bikarîba bi dengê partiyên din li hemberî Erdoxan de serkevtinê bi dest bîne.

Herçend ku Demîrtaş jî nekarî ku dengên zêde bi dest bîne, lê serbarê girtîbûna navbirî û nebûna medyayan di destên partiya wî de, û hebûna rewşa awarte di Kurdistanê û hebûna saxtekariyan li hinek herêman, dengên Demîrtaş baş bûn, û navbirî sêyem deng bi dest anî. Perwîn Buldan jî ragehand ku ew dengên ku li ser şaşeya TV`yan xûya dikin bi xatircemî ve kêm in, û dengê Demîrtaş gellek ji vê hindê zêdetir in.

Vê carê jî HDP`ê karî ku serbarê van hemû zextên li ser partiya xwe pilanên deshilatê têk bibe, lê dîsan jî civaka Bakura Kurdistanê bi tewahî ne bi HDP`ê re ye.

Şarezayên pirsên Tirkiyê yên Kurd ser vê baweriyê ne, ku HDP dibe kêmasiyên xwe bibîne, û hewl bide serbarê girîngîdana bi çepên Tirk, pirsa neteweyî û hevpeymaniya bi partiyên din ên Kurdistanî re bike bernameya karê xwe, bona ku dengên Kurdan bo partiyên dijî Kurd, yan partiyên bêbername bo pirsa Kurd neçin.