Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di hilbijartinên Turkiyê de çi aliyek serket

19:52 - 23 Nîsan 2014

Şehab Xalidî

Ew hilbijartina 30’ê Adarê ya şaredariyan li Turkiyê, hem bo Kurdan û hem jî bo AKP’ê bona nirxandina giraniya xwe di Turkiyê de, bi taybetî piştî bûyera Parka Gezî, û herwisa bûyera eşkerekirina gendeliya hinek ji karbidestên ser bi AKP’ê û kûrtirbûna kêşe û nakokiyên di navbera AKP û cemaeta Gulen, û bilavkirina kasetên vîdeoyî çi li ser wezîrên AKP’e, û li ser Ocelan giringiya xwe hebû, û her yek ji wan partiyan dixwestin ku pêgeha xwe destnîşan bikin.

Lewra hem AKP, û hem jî BDP wekî partiyeke Kurdistanî gellek kar ji bo bidestxistina şaredariyan kirin, û di encamê de AKP zêdetirîn deng li ser asta Turkiyê û BDP şaredariyên zêdetir li çav hilbijartina sala 2009’an bi dest xist. lê gellek ji şirovekarên siyasî li ser vê bawerê ne ku dengên bidestxistî ji aliyê AKP û BDP ve, li çav vê hemû propagendeya ku dikirin, kêm bû.

Lê AKP ku di sala 2009’an de %38 ji dengan bi dest xistibû, vê carê zêdetir ji %45 ji dengan bi dest xist, û eşkere bû ku piştî van hemû kirîzan jî, her partiya yekemîn e, û hêla partiyên din nikarin bi rehetî, vê partiyê bi sînaryoyên curbicur li erdê bidin.

Lê derheq BDP’ê, me dît ku vê partiyê li çav hilbijartinên pêşîn serkevtineke baş di Kurdistanê de bi dest xist.

BDP di sala 2009’an de ji sedî 5-6 dengan, bi dest xistibû, lê vê carê zêdetir ji sedî 6 deng bi dest xistin.

Herwisa BDP karî şaredariya Mêrdîn û Bitlîsê jî bi dest bîne, û li bajarekî wekî Rihayê de her çend ku nekarî ser bikeve, lê li çav hilbijartinên pêşîn ku %10 ji dengan bi dest xistibûn, vê carê %25 ji dengan bi dest anî.

Renge sedema zêdetirkirina dengên BDP li gorî sala 2009’an ew be ku BDP kesayetiyekî bihêz wekî Osman Baydemir bo Rihayê berbijar kiribû. Bi awayekî giştî AKP’ê 49, CHP’ê 13, BDP’ê 11, û MHP’ê 8 şaredarî bi dest xistin.

Xaleke balkêş ew e ku bi sedema vê ku civaka Kurdî civakeke mesebî ye, vê carê partiyên Îslamî ên wekî Huda-Par (%2.5), û SP (Partiya Seadet) jî karîne hinek dengan bi dest bînin.

Lê şaredariyan herî giring ya Amedê bû, ku herçend BDP karî vê şaredariyê bi dest bixe, lê ji ber ku ew der ji aliyê Kurdan ve wekî paytext, yan sembola kurdatiyê tê hesibandin, hewce bû dengê zêdetir bi dest anîban. Herçend AKP xwedî deshilat e, û îmkanatên zêdetir di ber dest de hebûn, lê dîsan jî bajarekî wekî Amedê diviya BDP têde dengên gellek ji vê qasê zêdetir anîban, lê mixabin dengên wan gellek kêm kir, û hewce ye ku ji niha şûnde partiyên Kurdan zêdetir ji berê kar bo bihêzkirina pêgeha xwe li ser bingeha xizmetkirina zêdetir bi vî bajarî bikin.

Jiber ku ew serkevtina herçend ku cihê kêfxweşiyê ye, û her Kurdekî azadîxwaz û welatperwer bi vê serkevtinê hest bi kêfxweşiyê dike, lê dîsan jî Kurd li gorî vê heşîmeta xwe ya zaf, û li gorî giraniya pirsekê bi navê pirsa Kurd di Turkiyê de, ku dixwaze mafê xwe yê neteweyî bi dest bixe, dibe gellek ji vê yekê zêdetir dengan bi dest bîne. Lewra BDP wekî partiyeke Kurdî, ku xwe bi nûnerê rastîn ê xelkê Kurdistanê dizane, û xwediyê dengên zêdetir e li ser asta Kurdistana bakûr, dibe hewil bide ku bi hemû partiyên Kurd re bikevin nava diyalogê, û pêkve bi dûr ji berjewendiyên hizbî, kar ji bo berjewendiya giştî û neteweyî bikin.

(AKP bi sedema vê ku ji BDP zêdetir nûnerên Kurd di parlemêntê de hene, xwe wekî nûnerê rastîn ê Kurdan dihesibîne).

Em hêvîdar in ku serokbajarên Kurd di bakûra Kurdistanê de, cuda ji xizmetkirina bi bajarê xwe, di warê avedanî û çêkirina rê û avahiyan de, serbarê hebûna astengên yasayî, her kar bo pêşvebirina kultur û ziman jî bikin, û bikarin bi wan xizmetên xwe ku hêjayî xelkê Kurdistanê ye, pêgeha xwe bihêz û bihêztir bikin û bi danîna keviran li ser xîmê dîwarê demokrasiya di Kurdistan û Turkiyê de, pêngav bi pêngav bi avakirina deshilateke Kurdî ku di berjewendiya hemû pêkhateyên di Turkiyê de ye, nêzîk û nêzîktir bibin.