Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di hotêla “Hale” a bajarê “Bane”yê korek bo rakirina perde li ser çend pirtûkan hate lidar xistin

17:19 - 5 Adar 2022

Roja Pêncşemî 12ê Reşemê ji aliyê “Encumena Wêjeyî” ya bajarê “Bane”yê korek bo rakirina perde li ser çendîn pirtûkên nivîskar û helbestvanên wê Encumenê hate lidar xistin.

Ew pirtûkên ku di wê korê de perde li ser wan hatiye rakirin wiha ne:

Çar pirtûkên “K.D. Azad”ên bi navên : “Firînek bê dawî (kurte çîrok) Wêstgeyek bo tinêtiyê(kurte çîrok) Xemnamey Xak (Helbest) Sê Cîran(Çîrok û helbest bo zarokan, ji zimanê Erebî bo Kurdî hatiye vergêrandin) û herwisa du pirtûkên “Bêhzad Zar`izade” naskirî bi “Bavê Nîştiman” û “Elî Mehmûdî” naskirî bi “Awdêr”.

Di vê rêûresmê de  nêzî 600 heta 700 nivîser û Hunermend û Xelkên Wêjedost ji bajarên “Seqiz, Bokan, Merîwan, Sine, Serdeşt, Mihabad, Pîranşar û Rebet”ê û çendîn bajarên din beşdar bibûn. 

Ew rêûresim li demjimêr 7ê, êvarê heta 12ê nîveşevê berdewam bû û çendîn kesên naskirî wekî “Kerîm Dafi`î” di vê korê de gotinên xwe pêşkêşî beşdarbûyan kir.

“Encumena Wêjeyîya Bane” di Rojhilatê Kurdistanê de yekemîn Encumena Wêjeyî bû ku di sala 1367an a Rojî de ji aliyê “K.D.Azad” ve hatiye damezirandin.