Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Îlamê de Şîrê hişk ê taybet bi xwarina zarokan dest nakeve

17:21 - 29 Kanûna pêşîn 2021

Nûçegihaniya “Fars” a girêdayê Spaha Pasdaran a rejîma Îranê belav kiriye ku di parêzgeha Îlamê de şîrê hişk ê cora “Aptamil HA1” dest nakeve û xelk rastî pirsgirêkan hatine.

Destnekevtina wê xwarina zarokan malbat nigeran kirine ku dê çawa wî şîrî bo zarokên xwe dabîn bikin.Dayîka yek ji zarokan nerizayetiya xwe nîşan daye û gotiye: “Piştî 6 salan Xwedê zarokek daye me, zaroka me ya bê zarûziman ji birsan digrî û her ew core şîrê hişk heye ku bikarîn bo zaroka xwe mifahê jê verbigrin lê ew jî niha di bazaran de dest nakeve”.

Welatiyek din ê xelkê wê parêzgehê gotiye: “Bo çî bi hêceta dorpêçan nahêlin şîrê hişk bê bazarê? Dema şîrê “Aptamil HA1” nebe zarok ti tiştek din nikare bixwe û divê em çî bikin û hawara xwe bo çi aliyekê bibin? bi hawara zarokên me ve werin.

Cihgira Xwarin û Derman a Zanîngeha Pizîşkî ya parêzgeh Îlamê “Mehtab Şahmarî” bas ji vê yekê kiriye ku ew kirîza di hemû bajarên Kurdistan û Îranê de heye û ew core şîrê hişk dest nakeve.

Seroka Encumena Berhemanîna Şîrê Hîşk bo Zarokan” ya Îranê “Hanî Tehwîlzade” berê gotibû: “Heyama 6 mehan e ku pereyê kirîna şîrê hişk bo berhemhênerên şîr nedane û ew jî bûye sedem ku karê berhemanîna şîr bisekine”.

Herwisa bas ji vê yekê kiribû ku rêjeya paşkevta şîrê hişk di enbaran de kêm e û beşa 2 mehan jî nake; bi wê sedemê kesên wî şîrî difroşin, neçar mane beşek li corên şîrên hişk parbendî bikin.