Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Îran ê de %50 xelkê tûşî Korona yê bûne

12:11 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2020

Herîrçî cêgirê wizareta saxlemiya rejîmê , ê`itiraf kir ku di hinek parêzgehên Îranê de, pitir ji nivya xelkê Vîrûsa Korona yê girtine.

Herîrçî go: gorî lêkolînan xûya bûye ku di hinek bajar û parêzgehên Îranê de %50 xelkê Korona yê girtine, ku wisaye ew amara ku tête gotin 18 milyon kes tûşî bûne, tiştekî gelek ecêb nîne.

Herîr çî di wê ê`itirafa xwe de bas kir ku hekî pêşbînî bête kirin ku heya 200 hezar kesî jî di Îranê de bi sedema koronayê bimrin, tiştekî gelek cihê heyrî manê nine.

Wî deshilatdarê rejîmê got hekî xelkê çawnihêriya derketin û kar heye, dibe benda dana bedela wê jî bin.

Rojane sedan kes bi hegera korona yê canê xwe ji dest didin û rejîm jî berdewam eşkere kirina amarên rastî diveşêre.

Hinek jêder basê mirna pitir ji 60 hezar kesî di îranê de dikin.