Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Îran ê de Agirpêketin û teqînên cihê gumanê hemî rojê diqewimin

13:39 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja derbasbûyî de, di dirêjiya zincîre agirpêketinên di Îranê de, Agir berbû Zîndana Qizilhisarê li Kerecê û Nexweşxana Şerîetî li tehranê.

Di dirêjiya Agir berdana Sipahê bi meqseda xapandin û mijûlkirina xelkê, Roja 27ê Tîrmeha 2020 an, Agirekî mezin berbû Zîndana Qizilhisara Kerec ê, Saziya Agir temirandin û di hevarêde hatina Kerecê ragihandiye ku bi sedema wî Agirî hejmarekî zaf Maşînên derdora Zîndanê şevitîne.

Lê heya dema amadekirina wî nûçeyî tu zaniyariyek li derheq xisara canî bi hegera wî Agir pêketinê li ber dest nîne.

Dûkela Agirê Girtîgeha Qizilhisara Kerecê li her deî xûya bû û heya çendîn demjimêran nehate temirandin û kontirol kirin.

Malbatê Girtiya nîgeranê rewşa kesên xwe di wê Zîndanê de bûn û rejîmê rê na ku kes bikare nêzîkî wê herêmê bibe.

Herwisa şewa Duşemiyê Agir berbû Qata du yem ya Nexweşxana Şerîetî li Tehranê û heya hate kontirolkirin, gelek xisar gihande Nexweşxanê.

Bo hemî xelkê Îranê ewa pirsyare ku erê gelo sedemê ew hemî Agirpêketin û teqînan di Îran ê de çine? Erê gelo rejîm çima çi nabêje?

Di demekê de ku tilya sûçdariyê bo aliyê Sipaha terorîst ve tête dirêjkirin, erê gelo Sipaha çima wan xirabkariyan di welat de dike?