Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Îranê de 20 milyon kes qiraxnişînî heye

16:54 - 15 Şibat 2022

Endamê Komîsiyona Avedaniya rejîma Îranê, “Mucteba Yûsifî” daye zanîn ku 20 milyon kes di Îranê de bûne bi qiraxnişîn û nêzî yek çarema heşîmeta Îranê di qiraxnişînan de dijîn.

Piraniya xelkê di Îranê de bi sedema giraniya alavên çêkirina avahiyan, bilindbûna nirxa kirêya xaniyan û nebûna kar rû li qiraxên bajar dikin û ev yeka jî bûye sedemê vê ku heşîmeta qiraxnişîn ber bi bilindbûnê ve here.

“Mucteba Yûsifî” eşkere kiriye ku 6.5 milyon malbatên Îranê kirênişîn in.

Di salên desrbasbûyî de nirxa avahiyan û kirêya wan bi taybet di Tehranê de bi awayek berçav bilind bûye.

Pêka nûtirîn amarên Banka Navendî a rejîma Îranê, di Befranbara sala 1400`an a Rojî de, nirxa her metrek duca a xaniyan di Tehranê de gihaye bi 33 milyon Tumen; Di Befranbara sala 1399`an a Rojî de, ev hejmare 27 milyon û 400 hezar Tumen bû.

Her di vê amarê de hatiye ku nirxa kirêya xaniyan pêka Befranbara par (1399`an) di tev bajarên Îranê de %54 hatiye bilindkirin.