Bi sedema hejariyê xelk nikare konservan bikire lewma beşek ji karxaneyên berhemanîna konservan hatine dayxstin û bşeke din ji wan karxaneyan cora kar û berhema xwe guherîne.
Cihgirê Serokê Sendîkaya Pîşeya Konservên Îranê “Mesûd Bextiyarî” daye zanîn ku %50 a karxaneyên konservan hatine dayxistin û beşek ji wan cora kar û berhema xwe guherîne û karxaneyên ku hêj konservan berhem tînin bi nîveya şiyana berhemanînê kar dikin û berhemnaîna konservên masiyan di Îranê de 600 milyon qutî di salê de bû ku niha bo 300 milyon qutî di salê de daketiye.
Herwisa “Mesûd Bextiyarî” gotiye: “Heta çend salan berî niha konservên masiyan ciheke taybet li ser sifreya xekê kêmdahat û hejar hebû lê bi sedema zêdebûna lezgîn ya bilindbûna nirxan û enfilasiyona kontrolnekirî, piraniya xwarinan li ser sifera wan nemane û konservên masiyan jî yek ji wan xwarinan e lewma bi sedema nekirîna wan konservan %50a karxaneyên konservan hatine dayxistin.
Rejîma Îranê piştevaniyê ji karxaneyên konservan nake û berhemanîna konservan xercekî zêde heye, bi wê sedemê nirxa wan jî bilindtir bûye û xelkê hejar êdî nikarin konservan bikirin.