Pêka amarên dawî ên Wezareta Tendirustiya Îranê, 610 kesan bi sedema koronayê canê xwe ji dest daye û 246 bajar4 jî di rewşa sor a Koronayê de ne.
Wezareta Tendirustiya rejîma Îranê daye zanîn ku ji 13 heta 14ê gelawêjê, 25 hezar û 870 pêketiyên nû ên Koronayê hene ku 3 hezar û 430 kes ji wan hatine razandin û 610 kesan bi sedema Koronayê canê xwe ji dest daye.
Pêka marên Wezareta Tendirustiya Îranê, gelempera tûşbûn bi vîrûsa Korona di Îranê de gihîşte bi 5 milyon û 129 hezar û 407 kesan û amara canjidestdan jî gihîştiye bi 110 hezar û 674 kesan.
Pêka amarên rejîmê, 7 hezar û 689 peketiyên Koronayê di beşên taybet ên nexweşxaneyan de hatine razandin û di bin çavdêriyê de ne.
Herwisa Wezareta Tendirustiya rejîma Îranê daye zanîn ku di Îranê de 246 bajar li rewşa sor, 144 bajar li rewşa narincî û 58 bajar di rewşa zer de ne.
Ev amarane pêka amarên rejîma Îranê ne û amara serast gelek ji wan amarane zêdetir e.
Nebûna vaksenên bi wec û bi derengketin û kêmbûna vaksînekirina xelkê Îranê bi sedema biryara rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” ye û berpirsayetiya tev canjidestdan û xisarên ku bi xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ketine, li stuyê “Elî xamineyî” ye.