Kompaniya Av û Avero ya Îranê daye zanîn ku rêjeya gundên hewce bi gihandina avê bi awayê gerok zêdetir li 8 hezar gund in.
Roja Yekşemî 4ê Tîrmehê, Cihgirê kompaniya Av û Avero ya Îranê “Hemîdriza Keşfî” tevî îşarekirin bi amara sala derbasbûyî ya gundên ku hewcehî bi gihandina ava gerok hebûn û hejmara wan 5 hezar û 500 gund bûne got: “Îsal zêdetir li 8 hezar gundan hewcehî bi vê yekê hene ku bi awayê gerok avê bo wan bibin”.
Herwisa wî berpirsê rejîmê gotiye: “Zêdebûna rêjeya wan gundan bi sedema Hişkesaliyê ye” lê wî berpirsê rejîmê ti basek ji sedema hişkesaliyê nake ku şevîtandina daristan û çêrîngehan, veguhastina nezanistî ya avê, avakirina nezanistî ya avbendan, zanistînebûna sîstema dabeşkirina avê û herwisa rizîbûn û jikarkevtina boriyên veguhastina avê, sedemên bingehîn ên wan hîşkesaliyane ne ku rejîma Îranê di wan çend dehikên desthilatdariya xwe de bi rê ve birine.
Herwisa di wê derheqê de, endamê Komîteya Avbendên Mezin ê Îranê “Mistefa Fedayî Ferd” gotibû: “Sedema kirîza avê, birêvebirina seqet e”.
Birêveberê giştî yê Kompaniya av û Avero ya Îranê, “Hemîdriza Canbaz” gotiye: “niha 304 bajarên Îranê di bin gefa kirîza avê de ne û 101 bajar jî di rewşa sor de ne”.