Berpirsên rejîmê bas ji rengehiya balavbûna vîrûsa Korona ya cora “Omîkron” li Îranê dikin û bas ji vê yekê jî dikin ku alavên pizîşkiyên hewce bo naskirina wê cora Koronayê, tinîne.
Di rojên derbasbûyî de berpirsê Nizam Pizîşkiya bajarê “Meşhed”ê “Elîriza Sidaqet” gotibû: “rengehiya belavbûna Koronya nû a cora “Omîkrûn” di Îranê de heye û ev yek dibe sedema bilindbûna rêjeya pêketin bi wê cora vîrûsê koronayê.
Herwisa navbirî li derheq nebûna alavên pizîşkî yên taybet bi nasîna cûra nû a Koronayê jî got: “bo ceribandin, nasîna û peyda kirina vîrûsa nû ya Koronyê, me hewce bi kîtên taybet hene lê di Îranê de ew kît dest nakevin.”
Rejîma Îranê bi wê rewşa aloz û tevî nebûna derman û derziyên bi wec û bêparbûna xelkê Îranê ji vaksînên bi wec û nebûna alav û hewcehiyên pizîşkî yên taybet, ti pêngavek bo rêgirîkirin ji belavbûna vîrûsa Omîkron a Koronayê hilnegirtiye.
Her divê derheqê de Serokê Zanîngeha Zanista Pizîşkî ya bajarê Ehwazê “Ferhad Ebulnijadiyan” bas ji hatina welatiyên “Pakistanî, Hindî û Afrîqaya başûrî “ bo Îranê kiriye ku ew 3ê welat, navendên belavbûna vîrûsa Konrona ya cora“Omîkrûn” in.