
Cihgirê Tendirustî yê Wezareta Tendirustî ya rejîma Îranê, Elîriza Reîsî, dawî amarên dûr ji rastiyê belav kir û daye zanîn ku, li duh ve heya nîvroya îro roja Çarşemî, 1192 kes tûşê vîrûsa Koronayê bûne û li ser hev 17361 kes tûşbûne.
Herwisa navbirî daye zanî ku, li duh ve heya niha bi sedema Koronayê 147 kes bûne qurbanî.
Bi giştî heya niha pêka amarên fermî yên rejîmê û dûr ji rastiyê, 1135 kesan canê xwe ji dest daye.
Koronayê heya niha di cîhanê de canê nêzî 8 hezar kesê standiye, û nêzî 197 hezar û 167 kes jî tûşê wê nexweşiyê bûne. Di nav wê hejmarê de 80 hezar û 840 kes ji tûşbûyên Koronayê di cîhanê de baş bûne.
Bajarê Wûhana Çînê ku maka belavbûna vîrûsa Koronayê bû û heya niha jî ew bajare teitîl e û di wî bajarî de li duh ve tenê du tûşûyê Koronayê hatine dîtin.
Eve jî di halekê de ye ku amara tûşbûyan di welatê Çînê de bi sedema qerntînekirina bajaran roj bi roj tê xwarê. Lê rejîma Îranê ku sebebkarê anîn û belavkirina wê vîrûsê di nav hundirê welat de ye, amade nîne bajaran qerntîne bike.
Bi giştî di welatê çînê de heya niha 80 hezar û 890 şikdar bi Koronayê hatine tomarkirin, ku ji vê hejmarê 3 hezar û 237 kes canê xwe ji dest dane.