Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Îranê de bênavber gendelî çê dibin

17:48 - 14 Adar 2019

Kurdistanmedia: Berpirsê berê yê Banka Kişaverzî a taya Navendî a bajarê Bîrcendê, ku heya 6 salan berpirsê vê Bankê bûye, bi sebeba gendeliyê, hatiye desteserkirin.

Li gorî nûçeyên ku belavbûyî, berpirsê banka Kişawerzî a bajarê Bîrcendê ku heya 6 sala berpirsê vê bankê bûye, bi qasî 3.800.000.000, milyon Tûmenî, pereyên mişteriyên ku di wê bankê de hesab hebûne, bixwe hilgirtiye û her bi wê tohmetê jî hatiye desteserkirin.

Herwisa berpirsên vê rejîmê, heya bodceya bajarên xeyîrî Fars jî didizin, û her di vê pêwendiyê de jî, “Emîrhusên Azad” parêzgarê Parêzgeha Sîstana Belûçistanê, 14 hezar milyard Tûmen, pere li ser bodceya wê parêzgehê hilgirtibû,û her bi vê tohmetê jî, hatiye desteserkirin.

Hêjayî basêye ku,di heyama çend rojên borî de jî, jina bi navê Mercan Şêx-Îslam bi qasî 6 milyard “Urou”,  perê bodceya Pêtroşîmiya welat hilgirtibû û li Îranê reviya.

 Gendeliyên wiha bi hejmarên bilind di demekê de diqwemin ku, hevwelatî bi sedema nebûna kar û betalbûna karxane û kargehên Pîşeyî, û Kedkar bi sedema vernegirtina heqdestê xwe li seranserê Îranê, civînên nerazîbûnê lidar dixînin.

Perpirsên rejîma Îranê bi cihê ku di wan bajaran de sermayegizarî bikin, û rewşa bêkarî û derbaziya xelkê  xelkê çareser bikin, lê, berewajî bodceya welat, bixwe dibin û kes li hemberî kiryarên qirêj yên wiha de berpirsyar nine.