Li Îranê de bi sedema hejarî û destkurtiyê, diyardeya firotina endamên laşê mirovan serî rakiriye û ev diyardeya bûye kirîzek micid û pisîra welatiyan girtiye.
Pirsgirêkên weke, aborî û dabîn kirina hewcehiyên jiyanê di Îranê de bûye sedem ku beşek ji xelkê Îranê bona dabînkirina hewcehiyên xwe, pena bo firotina endamên laşê xwe bibin.
Xelkê Îranê endamên laş ên weke: “Guçik, riwî, cerg, kilêna çav û heta dilê xwe jî difiroşin”.
Pêka gotinên hevwelatiyan ku di nava torên civakî de belav bûne, kesên ku biriyar dane endamên laşê xwe yên wekê “Dil” bifiroşin cem wan êdî jiyanê ti watayek nîne û bo çareserkirina pirisgirêkên zarok û malbata xwe canê xwe jî dikine qurbanî.
Herwisa heyamek berî niha xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê, bo firotina endamên laşê xwe bona nirxên zêdetir serdana welatên din yên wekî “Îraq û Tirkiye” dikirin û endamên laşê xwe bi Dolaran di firotin.
Firotina endamê laşê mirovan pêka standardên zanistî karek metirsîdare û herwisa di welatên pêşkevtî de karek dûr ji mirovahiyê ye û li ti yasayekê de nagonce, di sîstema rejîma Îranê de kiramet û canê mirovan ji her tiştî bê nirxtir e û xelk neçarin pena xwe bo her kiryarekî bibin.