Nirxa firotina genim di Îranê de bilind bûye û nirxê her kîloyek genim ji 2700 Tumen gihaye bi 12 hezar Tumen.
Di vê derheqê de Serokê Navenda Pîşeyên Xwarinan ya Rejîma Îranê “Mihemedriza Murtezewî” gotiye: Nirxa firotina her yek kîlo genimê dewletî ji 2700 Tumen ve gihîştiye 12 hezar Tumenî.”
Herwisa nirxa “ard” jî bilind bûye û gihîştiye 16 hezar Tumenî.
Nirxa her yek ton genim li bazarên cîhanê de, li warê cur û çawahiyê ve di navbera 450 heta 500 Dolarî ye.
Bi vî awayî, nirxa firotina wê berhemê li navxweyê li nirxa firotina wê li derve nêzî bûye .
Wezareta Werzêrî ya Rejîma Îranê heta niha ti karek bo kontrolkirina nirxa firotinê yan jî daketina nirxa wê berhemê di nava bazarên navxweyî de nekirine yan jî digel beşên taybet ti rûniştinek bo çareserkirina wê pirsgirêkê encam nedaye.
Herwisa rexneyek zêde ji berpirsên Wezareta Werzêriyê heye jiber ku piraniya wan kêm ezmûn in û piraniya biriyarên wan bandorek xirab li ser nirxa genim daniye.