
Kurdistanmedia: Di heyama 3 hefteyan de, perê Dolar nirxa 14 hezar Tûmenî jî derbaz kir û perê Tûmen yê Îranê %30 ji buhaya xwe ji dest daye.
Li gorî raportên belav bûyî, “Îbrahîm Mihemedvelî” berpirsê Yekîtiya Firotina Zêr, ji nûçegihaniya “Îsna”yê ya girêdayî rejîmê re daye xuya kirin ku: Hekî hêmnikirinên hewce ji aliyê banka Navendî û navendên aborî yên dewletê neyên encam dan, û ji bo aram kirina bazarê neyên rêkxistin, bilindbûna nirxên pere û bazarê wê berdewambe, û tê texmînkirin tu kêmbûna nirxan li gorê de tune ye.
Du rojan berî niha “Ebdulnasr Himetî” berpirsê nû yê Banka Navendî ragehandibû ku, “Banka Navendî derheq bazar û nirxa pere de, destêverdan di nav de tune ye, lê em wê kontrol dikin.
Herwisa navbirî gotiye ku, “me tu îdareyek nadîtiye ku bixwaze derheq pêşî girtina ji zêdebûna perê nexd û bilindbûna bazarê de karekî encam bide, yan jî fikrekî ji bo komkirina perê nexd bike û heya ew rewşa berdewambe bilindbûna buhaya perê biyanî jî wê bidome”.
Kirîza nû a aboriya Îranê piştî vê zêde bû ku “Donald Trump” serkomarê Amerîkayê, di çarçoveya zêdexwaziya Îran û hewldan ji bo destpêragihîştin bi çeka navkî, ji gelaleya nû a bi navê lihevkirina Bercamê vekşiya, û dorpêçên nû di du dewran de bi ser Îranê de sepandin