Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Îranê de pêketina zarokan bi Omîkronê %60 bilin bûye

11:30 - 5 Şibat 2022

Belavbûna vîrûsa Koronayê, cura “Omîkron” di Îranê de gihîştiye qunaxek metirsîdar û bûye gefek micid bo ser canê welatiyan û bi taybet zarokan.

Pêka amar û nûçeyên ku ji aliyê navendên girêdayê rejîma Îranê ve têne belavkirin, belavbûna Koronaya cura “Omîkron”ê di Îranê de, ber bi rewşek metirsîdar ve diçe û di wê mencê de ku menca şeşê ye, zêdetir zarokên ku temenê wan li bin 12 salî ne dibine qurbanî.

Pisporê Nexweşiya Îltihabat a Zarokan û  Endamê Heyeta Zanista Pizîşkiya Îranê “Elîriza Natiqiyan” daye zanîn: “Amara zarokên ku bi Omîkronê ketine û têne razandin %60 bilind bûye”.

Her di vê derheqê de Serperiştê Zanîngeha Zanista Pizîşkî ya Ehwazê, ragihandiye ku di 24 demjimêran de 6 hezar û 500 kes di vê parêzgehê de bi korona ya cura Omîkronê ketine, ku ji %20, ji wan pêketiyan zarok in.

Belavbûna “Omîkron”ê, û bandora ku li ser zarokan heye di halekê de ye ku di Îranê de vaksenên taybet bi zarokan nîne û zarok hêj nehatine vaksînekirin û di pirraniya parêzgehan de debistan û xwandingeh hêj vekirîne.

Pêka amarên rejîmê heta niha 77 bajar di rewşa sor de ne û roj bi rojê Omîkron ber bi berfirehbûnê ve diçe.