Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Îranê de Pîşeya kincan jî rastî kirîzê hatiye

12:49 - 18 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Bi sebeba baykutên aborî yên Amerîkayê yên li dijî aboriya rejîmê, Pîşeya berhemanîna kincan jî rastî kirîzê hat.

 Li gorî nûçeyên navxweyî ku belavbûne, roja Duşemî 17`ê Hezîrana 2019`an, Mecîd Îftixarî, endamê heyeta Birêveberiya Yekîtiya Berhemanîn û firotina kincan li bajarê Tehranê got: Bi sedema vê yekê ku di sala vegeşandina berhemanînê de, (Runeqê Tolîd) tu destpêkirinek bo alîkarî dana ji pîşeyên cuda yên welat nemaze Pîşeya kincan, ji aliyê berpirsên rejîmê ve nehatiye encam dan, ew pîşeyene bi awayekî zêde hewcehiya wan bi madeyên destpêkî bo berhemanînê hene, û bi awayekî ku di 40 sal temenê hikûmetê de, pirsgirêkeke wiha bo wê pîşeyî nehatibû pêş.

Herwisa navbirî di berdewamiya axavtina xwe de got: Niha berhemanîna kincan rastî tunebûna madeyên destpêkî yên wekî, têl bo makîneyan, tunebûna bişkokên kincan û gellek madeyên din hatiye û berhemanêr neçarin, li dervey welat bi nirxeke gellek zêde wan alavan bikirin.

Mecîd Îftixarî da zanîn ku, berê jî ku em bin givaşên tehrîman de bûn dîsan me bi awayekî pîşeyên xwe birêve dibirin, lê, niha givaşên aborî yên  Amerîkayê yên li dijî welat bi awayekî em sînordar kirine ku heya nikarin di bazarên azad de jî madeyên hewce bo berdewamkirina pîşeya xwe bikirin, tevî vê yekê jî, dewletê hemû hêza xwe bo dabînkirina dahata welat, ji rêya givaş xistin bo vergirtina bac û gumirkê bikar tîne.

Givaşên baykutên aborî yên Amerîkayê, bi qasî ne ku, heya berpirsên rejîmê jî êdî tu hêvyeke wan bo paşeroja welat nemaye û heya niha bi wê sedemê çendîn kopmaniyayên rejîmê bi sedema nebû alavên destpêkî rastî daxistinê hatine, û berpirsên payebilind ên rejîmê jî tu fikrekê bo dahata welat nadin û tenê fikra xwe û malbatên xwe ne.