Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Îranê de roja 21ê Pûşperê kempêyna “Ne bo “Hicab”ê” bi rê ve diçe

12:34 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2022

Rejîma Îranê roja 21ê Pûşperê weke roja “Hicab û Îfaf” binav kiriye lê kempêynek li dijî vê biryara rejîma Îranê bi rê ve diçe û birê ve berê vê kempêynê dixwazin roja 21ê Pûşperê jin destmala serê xwe bavêjin.

Ew kempêyna bi armanca rawestan li dijî biryara rejîmê û gotina “Ne” yek mezin bi “Hicab” a bi zorê ye, û silogana “ Ne destmala serî, ne tepeserî, rehber tuyî, azadiyê bike hawar” hilbijartine û daxwaz ji hemû jinan hatiye kirin ku di vê rojê de tevlî vê kempêynê bibin û di vê rojê de destmala serê xwe bavêjin.

Herwisa birêveberê vê kempêynê gotine: “Qetandina zincîra Hicaba bi zorê, şikandina stûnên zordarî û rejîma gendel e; Yekîtî, yekdengî, tevlîbûn û tevbûn, di vê çalakiyê de binyata zordariya Olî dilerizîne”.

Rejîma Îranê bo rakêşana bala xelkê ji krîzên mezin ên aborî, siyasî û birêveberiyê, her carê mijarekê tîne rojevê û dixwaze hizra xelkê mijûlî wan bike.