Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Îranê de xelk bi sedema hejariyê perçên laşê xwe difiroşin

13:43 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2020

Bi hegera bilindbûna nirxa xanî, xwarin û hewcehiyên jiyanê û daketina nirxa perê Îranê, xelk bûna dabînkirina hewcehiyên jiyana xwe, bi neçarî, hindek ji parên bedena xwe difiroşin.

Di Rojhilatê Kurdistanê de jî, berketiyên erdhejê di bajarê “Serpila Zehav”ê de, ti alîkaryek bona dabînkirina jiyana wan ji aliyê rejîma Îranê ve nehatiye kirin û ew bona terxankirina hewcehiyên jiyana xwe neçarbûne ku parên laşê xwe bifiroşin.

Wê derheqê de, xwêndkareke asta Duktora yê di bajarê “Serpil a Zehav”ê de, bona dabînkirina kirêya mala xwe û rehna malê, gurçika xwe herac kiriye.

Firotina parên laşê mirovan di wan 10 salên dawiyê, di Îranê de, zêdebûneke berçav bi xwe ve dîtiye û piraniya ciwanan bi sedema givaşên berfireh yên aborî, neçar hewarê bo firotina parên laşê xwe dibin.

Di Îranê de, firotina Gurçik, cergê reş, glîlka çav û riviyên zik, asayî bûye û rejîma Îranê tevî rêgirînekirina wan firotina parên laş, bi rêkxistina malper û rûpelên taybet, wê asayî dide xuya kirin.