Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Îranê de xwenîşandanên nerizayetiyê berdewamin

13:30 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2020

Di Îranê de xwenîşandan û kombûnên nerizayetî di çendîn bajaran de bi rêve çûn.

Roja Yekşemî, 12ê Tîrmeh, kombûna nerîzayetî yên xwediyê “dikanan” di mêtroya “Tehran”ê de, kombûna nerîzayetî ya “kasibkaran” di dûrgeha“Qişm”ê di rûberûyê bînaya navendî ya “Devera azad” a “Qişm”ê de, kombûna nerizayetî ya “kedkarên şaredariya Mencîl” di parêzgeha Gîlanê de, kombûna nerizayetiya mamostayên parêzgeha “Mazenderan”ê di rûberûyê “meclîsa rejîm” di bajarê “tehran”ê de bi rêve çûne.

Herwisa kombûna nerizayetî ya “karkerên bajarvanî” ya di bajarê “Lalî” ya parêzgeha Xûzistanê de, xwenîşandanên kedkarê şirketa “heft tepe” û kombûna “Pakbanan” yên bajarê “Tewrêz”ê de bi rê ve çûn.

Xwenîşandanê nerizayetî yên bajaran li ser bêkarî, hejarî û şikesta aboriya kasibkar û dukandaran û alîkarînedana Rejîma Îranê bo kesên xisarberketî, hegereke bona micidbûna wan xwenîçanderan li ser daxwazên wan e.

Herwisa bîmenekirin, berçaw negirtina hewcehiyên jiyana wan kedkar û karkeran û mamostayan û herwisa nedana kar ji aliyê navendên rejîmê ve û tinebûna ewlehiya kar û nigeraniya xelkê ji paşerojeke tarî, bûye sedema xwenîşandanên zêde di Îranê de.