Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Îranê de zarok rastî diyardeya mu`itadiyê dibin

18:18 - 2 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Diyardeya mu`itadiyê di nav hevwelatiyên Îranê yên ku temenê wan di bin 18 saliyê de ye berfireh dibe.

Muhsên Roşenpejûh berpirsê giştî yê  komîteya kontrol û kêmkirina mu`itadiyê yê di Dezgeha Qezayî a rejîmê de daye diyarkirin ku, di heyama salên borî de, hevwelatiyên ku  temenê wan di bin 18 saliyê de ye, zêdetir ji hemî temenan bo çareseriyê serdana navendên  pêşîgirtin ji tûşbûn bi  vê diyardeyê dikin, û her di vê pêwendiyê de jî da diyar kir ku, em pêka vê rewşê dikarin texmîn bikin ku  diyardeya mu`itadiyê di nav zarok û ciwanan de zêdetire.

Li gorî gotina pisporan, mu`itadî diyardeyek e ku bi rengên cuda û bi sedemên cuda di nav civakê de serî hildide, û di vê navberê de jî, tex û qata ku ji hemiyan zêdetir rastî vê diyardeya metirsîdar dibe û zirarê dibîne,  zarok û  ciwan in.

Navbirî got ku mu`itadî di nav zarok û ciwanan de  bi giştî, nîşaneya hebûna arîşeyên wekî, pirsgirêkên derûnî, xemokî nebûna ewlehiya civakî û betaliya serperestên malbatan e ku, xwe digel bikaranîna madeyên sirker  nîşan dide.

Tûşbûna zarokan bi madeyên sirker di Îranê de, hebûna zêde û destpêragihîştina hêsan  bi madeyên sirker di nav xwendingeh û malbatan  û civakê de, û herwisa betalî û destengî jî, sedemên herî zelal yên vê tex û qata  civakê ne, derheq mu`itadbûnê de.

Ev diyardeya di demekê de di nav civaka Îranê de serî hildaye ku, li gorî lêkolînên  welatên rojavayî û Amerîkayê, ev rejîma  bo çêkirina alozî û destêverdan di karûbarên welatên herêmê de, bi qasî 16 milyard Dolarî xercê girûpên terorîstî yên wekî Hizbullaha Lubnan, Hemas û … hwd dike, û di Îranê de jî zarok ciwanên kêm temen bi sedemên arîşeyên aborî yên dewletê, û belatî, û nebûna xwendingehan û herwisa nebûna pêdiviyên serekî yên jiyanê  û nebûna ewlehiya civakê, rastî diyardeyên wekî mu`itadibûnê dibin.