Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Îranê de zêdeiy 11 milyon kesî nexwendevar in

12:15 - 14 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Navenda Lêkolînê a mecilsa rejîmê di raporeke xwe de, derheq rewşa xwendevariyê di Îranê de, gotiye ku, li rêjeya ev kesên ku tu xwendevariyeke van tunînine, nêzîkî 9 milyon kesin lê, amarên cihanî nîşandidin ku, ev rewşa zêdetir li 11 milyona ye.

Navenda Lêkolînê ya mecilsa rejîmê di raporteke xwe de gotiye ku, tevî hebûna 3 bername û pilanên stratîjî bo qutkirina nexwendevariyê, niha nêzîkî 9 milyon kes nexwendevar di Îranê de hene, lê, amarên Banka Cîhanî derheq vê pirsê de ragehandiye ku rêjeya kesên xwendevar li hemberî hemû nifosa Îranê di destpêka şoreşa gelên Îranê de, %65 ji bûye lê, di sala 2016`an de,  gihîştiye %85 ji û li gorî vê rêjeyê nexwendevarî di Îranê de zêdeyî li 11 milyon kesin.

Li gorî amarên “UNICO” jî %2 ciwanên ku temenê van li jêr 24 saliyê de ne, tu xwendevariyek tunînin, lê, eva di demekê de ye ku, nexwendevarî di welatên derdora Îranê de, wekî Rûsiya, Azerbaycan, Ermensitan, Turkemnistan û Turkiye, kêmtir ji %1  û heta %0 ji jî ye.

Li gorî van amaran zêdetirîn nirxa nexwendevariyê di Îranê de, di parîzgehên wekî Sîstan û Beloçistan, Sine, Urmiye, Luristan û Erdebîl de ye ku, neteweyên zilm lêkirî wir akincîne.