
Kurdistnanmedia: Wezareta Te`iawon a rejîma Îranê ragehandiye ku, %90 ji kesên ku bi karê maldariyê mejûlin jinin, û ew bi vê asta bilind jî, dahateke kêm hene, û ji mafê bîmê jî bê par in.
Li gorî raporta navenda amara rejîmê, asta betaliya jinan li çav mêran , di heyama sala îsal de, zêde kiriye.
Sedema wê zêde bûnê jî eve ku, di bajarên piçûk de, jin bi sedema kûlturî bûna civakê, û herwisa nebûna xwendevariyê, derfeta beşdarîkirina di karên fermî yên dewletê de ji dest didin, û zêdetir bi karên maldariyê mejûlin.
Li gorî raporta nûçegihaniya girêdayî hikûmetê, a “ILNA”yê, jinên ku bi karê maldariyê mejûlin, tevî vê ku karê wan di çarçêveya yasayê de nagunce, digel arîşeyên zêde jî rûbirû dibin ku yek ji van bêparbûna ji mafê bîmê ye.
Eva di demekê de ye ku, Pîşeya Destî ji girîngitrîn karê malan e, û wekî muhmtirîn para berhemanînê tê hesabkirin.
Her di vê pêwendiyê de, jin bi sedema nebûna sermaye, şiyana dabînkirina alav û madeyên destpêkî yên kar nînin, û rojane zêdeyî 18 demjmêran kar dikin, da ku bikaribin ferşeke bi qasî 6 metran, di heyama du mehan de tewaw bikin, û heqdesta bi qasî 380 hezar Tûmenî jî weribigirin, û ji aliyekî din ve jî, her van ferşan, di kargehan de bi heqdesta bi qasî 950hezar Tûmenî tewaw dikin, û her ev yeka jî ji aliyê xwedî kargeh û birêveberan ve bi nirxa 11 milyon Tûmenî tên firotin.
Di piraniya malbatan de, jin berpirsayetiya xercê jiyanê bi stûye, û her bi vê sedemê ye jî ku, bi karên destî û karên ku di malan de tên encam dan mejûlin, da ku di kêlega karê maldariyê de bikaribin, dahatekê jî dest xwe bixînin, û lê nebûna bîme û kêmbûna dahatê mezintirîn pirsigirêkanin ku ev digel de rûbirûn e, hin kesên berjewendîxwaz jî bi avakirina kargeh û dabînkirina madeyên destpêkî yên kargehan, bo tijîkirina berîka xwe dest bi zilmkirina derheqê jinan de dikin.