Roja Çarşemî 14`ê Temûzê li bajarê Kehnûcê yê ser bi parêzgeha Kirmanê, şer û pevçûn di navbera hêzên Întizamî ên rejîma Îranê digel çend çekdarên nenaskirî de qewimî ku 3 piledarên hêza Întizamî ên rejîmê hatine kuştin û 2 endamên din ên Întizamî jî birîndar bûne.
Pêka ragihandinên girêdayê rejîmê, ew 3 piledarên Întizamî ên beşa rawestan li dijî madên hişber bûne.
Herwisa ragihandinên girêdayê rejîmê dane xuya, ku berpirsê rawestan li dijî madên hişber ê bajarê Kehnûcê “Nasir Beşnam” di wî şerî de hatiye kuştin.
Heta niha kes an aliyê ku ew şere digel wê hêza Întizamî kiriye nehatiye naskirin, lê Fermandarê bajarê Kehnûcê yê bi navê “Vehdet Yedî” ew çekdar bi şerxwaz û qaçaxçî binav kirine.