
Bi hilkefta 22ê Pûşperê, di 33emîn salvegera “Şehîdên Viyenê” de rêûresmek bona rêzgirtin ji yada wan şehîdan hat lidarxistin.
Rêûresim bi xwendina sirûda netewiya “Ey Reqîb” û bîstek bêdengî bona rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir.
Piştre peyama rêberatiya PDKÎ ji aliyê endamê Navenda Siyasî yê PDKÎ “Qasim Keleşî” ve hate pêşkêşkirin.
Piştre ji aliyê pêşmergeyê hunermend “Xulam Fatihî” ve sirûda bi navê “Qasimloyê şehîd” hat pêşkêşkirin.
Di beşek din a rêûresmê de ji aliyê “Nasih Xakî” ve helbesta bi navê “Pûşperke dê” pêşkêşî beşdarbûyan kir.
Di beşek din a vê rêûresmê de peyama Yekîtiya “Ciwanan, Jinan û Xwndekarên Demokrat a Kurdistana Îranê, ji aliyê “Soran Çopanî” ve hat pêşkêşkirin.
Herwisa ji aliyê zarokên “Navenda Nêrgiz” ve sirûda bi navê “Duktorê Zana” hat xwendin.
Rêûresim bi dubarekirina soza emegnasî û wefadarî bi rêbaza “Şehîdên Viyenê” bidawî hat.