Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di kendavê alozî berfireh dibin

11:57 - 22 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Welatê Hindûstanê jî du gemiyên leşkerî  bo Kendav û behra Umanê şandiye û erkên van gemiyên leşkerî yên Hidûstanê, parastina ewlehiya Behrê hatiye ragihandin.

Ajansa Nûçegihaniya “P.T.I” ya Hidûstanê ragihandiye ku: Bi armanca bilindragirtina geşt û ajaniyên esmanî li devera Umanê, wî welatî çend gemiyên leşkerî bo Kendav û Behra Umanê şandine.

Hêza Deryayî ya Hidûstanê belavkiriye ku, van du gemiyên leşkerî yên naskirî bi “I.N.S.Chnay û I.N.S Sonayna” bo ewlehiya Behrê, û Kendavê şandine.

Rejîma Îslamî ya Îranê, gef ji welatên deverê xwariye ku, hekî êrîş li dijî Îranê bê encam dan, tu welateke din di deverê de, nayê parastin.

Aloziyên di navbera Amerîka û Îranê bûye sedema vê ku, welatên deverê bo parastina ewlehî û rûbirûbûna li hemberî egera rûdana her core metirsî û gefekê ji aliyê rejîma Îranê ve, amade bin