
Kurdistanmedia: Xwenîşanderan di bajarê Kerbela ya Îraqê de êrîşê ser konsolxwaneya rejîma Îranê kirin û alaya Îraqê di ser dîvarê balyozxwanê daliqandin.
Pêka vîdiyoyên ku di nav torên civakî de hatine belavkirin, şevê din, 13`ê Xezelwerê, xwenîşanderên Îraqê di Kerbelayê de êrîşê ser balyozxwaneya rejîma Îranê dikin û dorpêç kirin û agir berdidnê de.
Xwenîşanderan bi gotinan siloganan li dijî rejîma Îranê heya demjimêran dest bi ser balyozxwaneya rejîma Îranê de girtin û alaya Îraqê jî li ser dîvarê balyozxwaneyê daliqandin.
Herwisa pasevanên balyozxwanê teqe ji xwenîşanderan kirin û bi wê sedemê 4 xwenîşanderan hatine kuştin û 7 jî birîndar bû.
Ji roja 25`ê Oktoberê haya niha ve li Bexdayê xwenîşandan berdewam e, û xelkê Îraqê êdî ti baweriyek wan bi rejîma Îranê nemaye, bi berdewamî li dijî rejîma Îranê nerizayetiyên xwe nîşan didin.
Heya niha di encama aloziyan de zêdetir ji 100 kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne.