Di bajarê Kirmaşanê de %10 a xelkê bajar û %5 a xelkê gundên girêdayê wî bajarî tûşî nexweşiya Diyabêtê ne û nebûna dermanê Ensolînê, rasterast gefeke herî micid li ser canê wan nexweşan e.
Di bajarê Kirmaşanê de 6 navendên taybet bi nexweşên Diyabêtî hene ku tevî tomarkirina navên beşeke wan li lîstê kesên hewce bi wê derziyê, bi wan re derziyên Ensolînê didin, lê niha bi sedema kêmbûna derziyên Ensolînê û bilindbûna nirxa wê di bazaran de, xelk rastî pirsgirêkên micid hatine.
Xelk bi sedema hejarî û nebûna dahatê nikarin di bazarên reş de wî dermanî bikirin û heta niha zêdetir ji 5 hezar kes di navendên taybet bi Diyabêtê de navê xwe tomar kirine ku bi wan re wan derziyên Ensolînê bidin û hêj xuya nine dê dermanê Ensolînê bi wan re bidin an ne.
Nûçegihaniyên ser bi rejîma Îranê îdia kirine, ku bi sedema kêmbûna derziyên Ensolînê, xelk neçar mane Ensolîna hewce di bazarên reş de bikirin û hejmareke ji wan jî, derziyên demliserçûyî bikar tînin û hin nexweş jî doza dermanê xwe ya rojane kêm dikin ku beşa hemû rojan bike.