
Roja Pêncşemî 6ê Xezelwerê di nava kombûnekê ku nûnerên fermandar, parastina bajarvanî û 7 kes ji endamên şêwreya bajarê “Bane”yê têde beşdarbûn şer û levdan qewimî, û yek ji endamên şêwreya bajarê “Bane”yê qendaneke şûşe avête “Dilniya Şerîfî”.
Endama şêwreya bajarê “Bane”yê “Dilniya Şerîfî” piştî avêtina qendanê bêhiş bibû.
Piştre ew şer dijwartir bû û di encam de hêzên ewlehiyê hatin û dawî bi şerê wan anîn.
Ew şer û dijayetiya endamên şêwreya bajarê “Bane”yê li mêvje heye û heta niha ew pirsgirêk nehatiye çareser kirin.
Çend mehan berî niha endamên şêwreya bajarê “Bane”yê hevdu bi encamdana gendeliyê tawanbar kiribûn.