Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Kosalanê de endam û alîgirên PDKÎ digel rêbaza şehîdan soza xwe nûkirin

12:52 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2021

Endam û alîgirên PDKÎ li “Awiyer”a Sinê û gundê “Boryer”ê di cihê şehîdbûna şehîd “Kawe Cewanmerd” û şehîd “Serkewt Semedî” çalakiyên banghêjî bi rê ve birin.

Di wê çalakiyê de, wêneyên şehîd “Kawe” û şehîd “Serkewt” digel gul û axabanûyan belav kirin û soza xwe digel rêbaza wan nû kirin.

Piştî ragihandina xebata nû ya PDKÎ, refeke Pêşmergên Kurdistanê bona cîbicîkirina erkeke hizbî zivirîne navweyê welat.

Piştî eşkerebûna wê refa pêşmergeyan, tûşî şer digel hêzên rejîma Îranê bûn û piştî 9 rojan şerê qehermanane, hemaseyeke dîrokî afirîndin û tevlî karvanê şehîdan dibin.

Roja 15ê meha Pûşpera sala 1395 a Rojî di gundê “Boryer”ê de şehîd “Kawe Cewanmerd” û şehîd “Serkewt Semedî”, şehîd bûn.