Li parêzgeha Urmiyê li bajarên wekî Urmiye, Pîranşar û Mihabadê û çendîn bajarên din ên Kurdistanê, bê agehdarkirina berê înternêt û hêla Îranselê bi awayê giştî qut bûne.
Îro Yekşemî 2`ê Xermananê, tevî vê yekê ku di piraniya bajarên Kurdistanê de berq qut bûye û lezgîniya înternet daketiye, xelkê bajarê Urmiyê dane zanîn ku di wî bajarî de tevî qutbûna berqê, lezgîniya înternet jî gelek daketiye, herwisa îdare û dezgehên fermî yên rejîmê di wan deveran de, nerizatiya xwe dane xuya ku bi sedema nebûna berq û înternetê karê wan rawstiyaye û pirsgirêk hene.
Di destpêka demsala germayê de rejîm bê vê yekê ku karûkasibiya xelkê berçav bigre, berqa bajarên wekî Urmiyê û bajarên dinê qut dike.
Karbidestên rejîmê li derheq qutbûna berêqê de îdia kirine ku qutbûna berqê bi sedema bikaranîna zêde ya berqê ji aliyê xelkê ve ye.
Tevî pirsgirêka qutbûna berqê û daketina lezgîniya înternetê an qutbaûna wê, pirsgirêka nebûn, kêmbûn an pîsbûna avê jî di piraniya bajaran de heye.
Herwisa qutbûna berqê li bajarê Tewrêz û deverên din ên wê parêzgehê, bûye sedem ku zêdetir ji 100 kesî, di asansoran de asê bin, rawestiyana karê îdarî jî nerizatî li pey xwe ve anîne.
Lo gorî ragehandinên rojane ku têne belavkirin, kesên xelkê Çînê û hin sermayedarên Îranê bo derxistna Bîtkuwîn û maynêrên derxistina wê, berqeke zêde bikar tînin ku pêka ragihandinên rojane bûne sedema qutbûna berq li Îranê.