
Kurdistanmedia: Di heyama çend rojên borî de, li hindek dever û bajarên Kurdistana Rojhilat de rêgirî û talankirina xelkê serîhlidaye.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, li devera Mirgewer a girêdayî bajarê Urmiyê, di heyama şevê de hin kesên nenaskirî ku rûiyê van peçatîne û bi çekan li ser riyên di navbera gund û bajar de pêş ji tiromibîlên hevwelatiyan digirin û her cure pere û tiştên ku bi karê van bê ji xelkê distînin.
Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê di vê pêwendiyê de daye eşkere kirin ku, li devera Mirgewer li ser riya bajarê Şinoyê bo Mirgewer, di heyama çend rojên borî de, ji bo çendîn caran li pey hev, dizîkirin û talankirina hevwelatiyan ducarî bûye, û her ev yeka jî bûye sedema nigeranî û tirsê di nav hevwelatiyên vê deverê de.
Li gorî vê nûçeyê, ev çete û rêgirane, li ser riya di navbera du gundên wekî “Lolkan” û “Jarawa” di destpêkê de bizmarên zêde li ser rê belav dikin, û heya tiromibîla diyarîkirî pençer be û bisekinîn, û vê demê kesên di tiromibîlê de tînine xwarê û van talan dikin.
Xelkê vê deverê ji van bûyeran gellek nigeranin û li ser vê baweriyê ne ku ewa karê çekdarên ser bi rejîmê ne û pîlanê van heye da ku xelkê birçî û bê dahat yê deverê zêdetir ji caran bêzar bikin û curek nearamî di deverê çê bikin da ku hincet be ji bo milîtarîzekirina zêdetir a deverê.