Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Kurdistanê de 48 kes di du mehan de bi sedema şewatê mirin e

14:07 - 4 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Di du mehên yekema sala 1393’an a rojî de, 48 hemwelatiyên Kurd di Kurdistana Îranê de, bi sedema şewatê canê xwe ji dest dane ku bi berhevdan tevî sala borî 3 halet zêde kiriye.

Rêxistina pizîşkî a yasayî bilav kir, di du mehên yekema sala 1393’an a Rojî de, li parêzgehên Kirmanşanê 29 kes, Urmiye 13 kes, Îlam 4 kes û Sine 2 kes bi sedema şewatê, canê xwe ji dest dane.

Li gor serhejmariya han, di du mehên yekema sala 1392’an a Rojî de, 45 kes şewitîn e lê di du heyvên yekema sala 1393’an a Rojî de, 3 halet zêde bûye ku 48 kesan bi sedema şewatê, mirin e.

Di nav wan 48 kesane de, 30 kes mêr û 18 kes jî jin bûne ku hatine şewtandin.

Salane di Îranê de 150 hezar kes tûşî şewatê dibe ku nêzî bi 3000 ji wan dimirin.