
Kurdistanmedia: Xebatkarên riya azadiyê, di gund û bajarên Kurdistanê de, bi awayê berdewam çalakiyên tebilîxî bi rê ve dibin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên PDKÎ bo piştevanîkirin ji xebata rewa ya gelê me û piştevanîkirin ji “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” bi encamdana çalakiyên tebilîxî, peymana emegnasiyê digel rêbaza şehîdên Kurdistanê nû dikin.
Xebatkarên Demokrat li bajarê Pîranşarê bi nivîsîna siloganên wekî, “bijî Partiya Demokrat a Kurdistana Îran, û bijî Hêza Pêşmerge” û siloganên din, piştevaniya xwe bo Partiya Demokrat nîşan dan.
Hevdem li bajarê Bokanê, Xebatkarên Demokrat, li ser qebra çiyagerê binavûdeng yê Kurd yê bi navê “Muqbil Hunerperwer” alaya Kurdistanê hildan.
Hevdem xebatkarên Demokrat bi lidarxistina çalakiyên tebilîxî, li devera “Ferhad Taş” rexş Feyzulla Begê Bokanê, û di navbera gundên Yekşewe û Deriwêşalî, alaya Kurdistanê û cemedanî (camane)yên xakîpoşan bi hev re hildan.