Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Kurdistanê de her roj xelk dibe qurbaniyê nan

18:02 - 2 Îlon 2020

Çar kasibkarên Kurd yên xelkê bajarên “Serdeşt” û “Pîranşar”ê di encama teqeya hêzên Întizamî de, hatine kuştin.

Şeva Sêşemî 1ê Îlonê, kasibkarekî Kurd yê bi navê “Celal Xizrî”, xelkê gundê “Zêwe”a girêdayê bajarê “Pîranşar”ê, bi teqeya rasterast a hêzên serkutker yên rejîmê hate kuştin.

Herwisa roja Çarşemî, 2ê Îlonê, kasibkarekî din yê bi navê “Zanist Hesennijad”, 25 salî, xwediyê malbatekî 7 kesî û xelkê Bajarê “Serdeşt”ê, li ser sînorê “Qelate Reş”ê, di encama teqeya hêzên rejîmê de, hate kuştin.

Li berdewamiya kuştina kasibkarên Kurd yên ku di encama teqeyeyên rasterast yên rejîmê de têne kuştin, li roja Çarşemî 2ê Îlonê, 2 kasibkarên din yên bi navên “Sirûş Melkarî” û “Zanko Ehmedî”, xelkê bajarê “Serdeşt”ê, hatine kuştin.