Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Lubnanê de xwenîşandan careke din destpêkir

15:58 - 15 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Xwenîşandanên Lubnanê, piştî heyamekê carek din destpêkirin û xelk di şeqaman de, dest bi gotina siloganan kirin.

Pêka nûçeyên belavbûyî, xelkê nerazî yên Lubnanê, piştî heyamekê ku rawesta bûn, carekî din dest bi xwenîşandanan kirin û di şeqaman de, dest bi gotina siloganan kirin.

Li bajarên “Beyrut, Trablos, Hasibiye û bajraê Ekarê”, xwenîşanderan û bi taybet xwêndekaran, li ser avakirina dewleta nû tekezî li ser Teknokratan kirine.

Bi wî awayî, Hizbullaha Lubnanê û Hesen Nesrullah rastî şikestên giran dibin û herwisa destên rejîma Îranê li ser mudaxilekirinê qut dibe û şandina şoreşa Îslamî ya Îranê bo cîhanê rastî hirifînê dibe.

Di wê derheqê de jî, li Îraqê xelkên xwenîşander bi tundî li dijî Heşda Şe`ibî rawesatane û li bajarê wekî Kerbela, kontrola şeqaman gitrine destê xwe û di navendên Şî`eayan de jî, wekî ziyaretgeha Îmam Husên, li dijî rejîma Îranê, siloganan didin û dixwazin ku rejîma Îranê, dest ji Îraq û mudaxileya nawxweyî ya wî welatî bikêşe.

Xwenîşandanên wê dawiyê yên di Îran, Îraq û Lubnanê de, wê rastiyê tîne berçav ku êdî xelk biryar daye bi azadî bijîn û êdî bêdeng nemînin û nirxa wê azadiyê jî bidin.