Pêka zaniyariyên ku hatine belavkirinê, 2 leşkerên rejîma Îranê di dema manoreke şevane de bi destê hêzên Spaha Pasdaran hatine kuştin.
Li rêkefta 17 heta 20ê Pûşperê, Spaha Urmiyê bi alîkariya padigana arteşa rejîmê li bajarê Mihabadê, biryar bû ku li bajarê Pîranşarê manorekê bidin, lê manor di devera “Êvoxlî” ya bajarê Xoyê bi rê ve birin.
Di wê manorê de hêzên Spaha Pasdaran di dema manoreke şevane de 2 leşkerên arteşê kirine armanc ku di encam de ew 2 leşker hatine kuştin.
Karbidestên Spaha Pasdaran îdia kirine ku bi şaşî ew 2 leşkerên arteşê kirine armanc. Ew 2 leşker xelkê bajarên “Tewrêz û Erdebêl”ê bûn.
Nasnameya yek ji wan leşkerên ku hatiye kuştin bi “Mîlad Cebarpûr” hatiye ragihandin.
Spaha Pasdaran a terorîst û arteşa rejîmê dijatiyên zêde hene û encamdana manorên hevpar bi tenê bona xeletandina hizra giştî ye, çimkî ne Spah û ne arteş pêgeha wan di nav xelkê de nemane.