Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di meha Sermawezê de nirxa kelopelan di Îranê de %35 bilind bûye

17:41 - 25 Kanûna pêşîn 2021

Nirxa kelopelên xizmetgozarî û hewcehiyên xelkê li Îranê li meha derbazbûyî de, bi awayê nêvincî %35 bilind bûye

Bilindbûna %35 nirxa kelopelan di demekê de ye ku îstatîstîkên rejîma Îranê derheq bi enflasyona nirxan de vê yekê nîşan dide ku, bilindbûna nirxan ya salane gihîştiye bi %43.4 û bi berewird digel meha Xezelwerê %1 kêm bûye.

Herwisa li gor vê îstatîstîkan, enflasyona xal bi xal nizmbûna %0.5 hebûye û malbatên Îranê bi awayê nêvincî %35.2 zêdetr li meha Sermaweza sala derbazbûyî, bo kirîna kelopelan xercên wan hebûye.   

Hûrbûna li ser enflasyona kelopel û hewcehiyên xelkê vê yekê nîşan didin ku, bilindbûna nirxa xwarinan bi awayê nêvincî % 40.1 bûye.

Nirxa xwarinê weke masî %57.5 û şîr, penîr û hêk jî, %55.1 li beranberî sala derbazbûyî, bilind bûne.

Berdewamiya bilindbûna nirxên kelopel û hewcehiyên xelkê di demekê de ye ku serkomarê Îranê “Îbrahîm Re`îsî” soza vê yekê dabû xelkê ku, ev dê bilindbûna nirxan control bike lê, xelk di berteka axavtinên çewt ên navbirî de gotine, carê Re`îsî bawerî bi vê yekê neaniye ku di meqama Serkomariyê de ye û kabîniye navbirî divê ku vê rewşa han çareser bike.