Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di mehê de xercê malbatek kedkar zêdetir ji 11 milyon û 500 hezar Tumenî e

10:55 - 3 Kanûna Paşîn 2022

Pêka amarên fermî yên rejîma Îran, enfilasiyon %45 e, lê bi sedema nerohniya nirxa hewcehiyan û guherîna wan enfilasiyon zêdetir ji %50 ye û malbatek kedkar ku xercê herî kêm ê mehekê, zêdetir ji 11 milyon û 500 hezar Tumen e, lê heqdesta kedkaran di sala 1400 de bilî zêdepêdanan tenê 2 milyon û 655 hezar û 495 Tumen e.

Di halekê de ku xercê herî kêm ê malbatek kedkarî zêdetir ji 11 milyon û niv e, kedkarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi heqdestên xwe tenê dikarin bo 10 heta 11 rojan hewcehiyên jiyana xwe dabîn bikin.

Tevî ku rejîma Îranê îdia dike ku heqdesta wan kedkaran li sala 1401an de zêde dike, lê her ew heqdest jî bi îdiaya rejîmê tenê 3 milyon û 422 hezar û 885 Tumen e ku li beranber xercê mehane ya herî kêm, 11 milyon û 500 hezar Tumenî de hejmarek gelek kêm e.