Belavoka “S&P Global” nivîsiye ku hinardekirina gaza şil ya Îranê di wê mehê de li gorî meha borî nîvî kêm bûye.
Wê belavokê roja Çarşemî 22ê Hezîranê nivîsiye ku Îranê di wê mehê de bi giştî 386 hezar ton gaza sirûştî ya şil (propan û botan) bar kiriye, di halekê de ev hejmare di meha Gulanê de nêzî 859 hezar ton bûye. Wê belavokê nivîsiye ku hemû hinardekirina gaza şil ya Îranê ber bi Çînê ve çûye.
Di vê raportê de li gor çavkaniyên bazirganiyê hatiye ragihandin ku “sedema sereke ya kêmbûna hinartina gaza şil ya Îranê bo Çînê dorpêçên li ser torên petrokîmiya Îmarat û Çînê bûye ku wan dorpêçên Amerîkayê yên li ser Îranê binpê kirine.
Amerîkayê hefteya borî 16 kompaniyayên Çînî, Hong Kong û Îmaratî ji ber binpêkirina cezayên petrokîmyayî yên Îranê xistibûn lîsteya dorpêçên aborî yên xwe. Wan toran hinardekirina nafta botan, propan, metanol û berhemên din ên petrokîmyayî yên Îranê hêsan dikir.
Bi sedema dorpêçên aborî yên Amerîkayê li dijî rejîma Îranê, ew rejîme nikare bi awayê yasayî gaz û nefta xwe hinardeyê derveyê welat bike û her torek yan saziyek dorpêçên Amerîkayê binpê bike dê rastî dorpêçên wî welatî bê.