Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Merîwanê de rejîma Îranê pêşiya konterokirina agir digre

20:39 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Pitir ji 3 roje daristan û zozanên gundê Dereweran a bajarê Merîwanê di nav agir de dişewite û hêzên leşkerî ên ser sînor a Merîwanê jî pêşiya konterokirina agir digre.

Encumena Kesik a çiyayê Merîwanê bilav kir, daristanên derdora gundê Dereweran û Hencîran a ser bi bexşa Xaw û Mîrava li bajarê Merîwanê, bi sedema lêjayiya deverê, zafiya daran, zafiya darên hişkbûyî ku salên derbasbûyî di nav agir de şewitîbûn, hetina ba û pêşîgirtina hêzên rejîm ji vemirandina agir ji sedemên sereke yên berdewambûna agir hatiye ragehand in.

Ew daristanane ku li hêla sînorî a zal bi ser payîgaha Kele Mele û tewerên çavdêriya payîgahê hilkewtiye, beşek ji baştirîn daristanên deverê tê hejmar kirin û serbarê amadebûna çendîn tîmên agirvemirandinê yên Encumena Kesik a çiyayê Merîwanê û beşdariya berfireh a xelkê, heta niha nêzî bi 600 hiktar ji vê daristanê hatiye şewitand in.

Ew agira demijmêr 3’ paş nîveroya roja Yekşemî 20’ê Tîrmehê dest pê kiriye û paş çend demijmêran bi hewl û tekoşîna endamên Encumena Kesik a çiyayê Merîwanê û xelkê deverê demijmêr 4’ê şevê hat konterolkirin, lê demijmêr 2’ê paş nîveroya roja Duşemî dîsan ew agire hilbûye.

57 endamên Encumena Kesik a çiyayê Merîwanê li qaliba 5 tîmên bi ezmûn ê 15 kesî di cihê agirgirtinê de amade bûn û serbarê ewê ku navendên pêwendîdar jî hayîdar kiribûn, ji aliyê hêzên ser sînor yê Merîwanê ve pêşiya konterol kirina agir hat girtin.

Heta dema bilavbûna nûçê hêj agir berdewam bû.