
Kurdistanmedia: Bajarê Qoçanê tevî ku heşîmeta wî nêzî 330 hezar kese û heya niha piraniya gund û bajarokên wî bajarî li hebûna gazê bê parin.
Piraniya bajarokên ku di nav dilê Qoçanê de ne, li hebûna gazê bê parin, û di nav sir û seqamê de bi neftê xwe gerim dikin.
Di nav bajar de, tevî vê ku welatî li gelek xizmetguzariyên destpêkî bê parin, lê nebûna gaz, jiyana wan zêdetir dijwartir kiriye.
Welatiyên bajarokên Qoçanê dane zanîn ku, çendîn caran di vê derheqê de, serdana berpirsên pêwendîdar kirine, lê heya biha ti bersivek nedane wan.
Rejîma Îranê bi cihê ku xizmetguzariyên destpêkî bo wan bajaran dabîn bike, lê tenê di fikra girûpên terorîstî de ye, û bûdceya welat terxanê cebirxwaneyên terorîstan di deverê de dike.